Metranê Partenia yê li Parîsê Jacques Gaillot di nameya têkildarî çalakiya birçîbûnê ya ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan re şandî de ji çalakvana re got, “Ew ji bo min birane. Ew perçeyek ji malbata minin.”
Metranê Partenia Jacques Gaillot têkildarî çalakiya birçîbûnê ya ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk berdewam dike, nameyek ji Erdogan re şand û wiha got; “Ez wek mirovek yê aştiyê bang li te dikim.”
Kopyayek ya nameya Metran ya gihaye ANF’ê wiha ye:
“Ew ji bo min birane. Perçeyek ji malbata minin. Êşa wan êşê bi min jî dide kêşan. Ez dengê xwe didim dengê wan.
Ez weke mirovek yê aştiyê bang li we dikim. Ez dizanim aştî tirsê ava dike. Rîskek ya pêkanîna aştiyê heye.
Ma êdî demê vekirina rêya aştiyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi dawî anîna tecrîda li ser Ocalan û bi wî re ketina diyalogê ne hatiye?
Ez bawer dikim ku aştî gengaze. Aştî niha gengaze. Ev dê ji bo Tirkiyeyê bibe rûmetek mezin.”