Dewleta Swîsreyê siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ê ku li Swîsreyê girtiye û 54 roj in di greva birçîbûnê de ye radestê Almanyayê kir.
Metîn Aydin li ser daxwaza darizandinê ya Almanya û Tirkiyeyê li Swîsreyê hate binçavkirin û zêdetirê salek e di girtîgehê de tê ragirtin. Swîsreyê Aydin radestê Almanyayê kir.
Hate zanîn ku Metîn Aydin ê ku 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştî radestê Almanyayê hate kirin ew birin nexweşxaneya Jva Krankenhaus ya li Stuttgartê.
Metîn Aydin 20’ê hezîrana 2011 li ser daxwaza Almanyayê li Swîsreyê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. 5’ê îlonê Dadgeha Ceza ya Federal a Swîsreyê ji bo radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin ê ku bi hinceta endamên PKK’ê ye û ji bo PKK’ê endaman qezenç dike, biryar da. Dadgehê îtîraza li hemberî biryara radestkirina penaberê Kurd Metîn Aydin a di meha sibatê de hatibû dayîn û biryarê erê kir.
Metîn Aydin bi daxwaza darizandina Tirkiye û Almanyayê li Swîsreyê hate binçavkirin û nêzî saleke di girtîgehê de ye. Kurdê bi navê Metîna Aydin ê rûniştvanê Franseyê gava beriya salekê ji bo serdanekê hat Swîsreyê, bi daxwaza Almanyayê hat binçavkirin. Aydin nêzî salek e di girtîgehê de ye. Ji bo serbestberdana Aydin kampanya hat destpêkirin. Kampanyay îmzeyan berdewam dike