Medvedev ji bo Rûsên ji şer reviyane got ‘Xayînên tirsonek’
Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev ji bo bi hezaran kesên tevlî şerê li dijî Ukraynayê nebin ji welat reviyabûn, got ‘Xayînên tirsonek’.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev ji bo bi hezaran kesên tevlî şerê li dijî Ukraynayê nebin ji welat reviyabûn, got ‘Xayînên tirsonek’.
Serokê berê yê dewletê Dmîtrî Medvedev ji bo Rûsên tevlî şerê li dijî Ukraynayê nebin ji welat derketine got ‘Xayînên tirsonek’.
Medvedev bi wesîleya Roja Yekîtiya Neteweyî li ser telegramê peyamek weşand û diyar kir bêyî van kesan Rûsya xurttir û paqijtir e.
Medvedev diyar kir kesên tirsonek ew terikandine û got “Ev xayînên tirsonek û penaberên çavbirçî reviyan welatên dûr û li derveyî welat hestiyên xwe dane ber rizandinê.”
Di 24’ê Sibatê de dema ku Pûtîn li dijî Ukraynayê şer îlan kir, bi deh hezaran rûs ji welat reviyan. Pêla duyemîn a revê jî di 21’ê Îlonê de pêk hat. Wê demê ferman hatibû dayîn wê 300 hezar leşkerên cîgir têkevin tevgerê.