Medico International, der barê girevên birçîbûnê yên ku di 12’ê îlonê de li girtîgehên Tirkiyeyê dest pê kiriye de daxuyaniyek dan û bang li hikûmeta tirk kir ku bila bi girtiyan re bikeve nava diyalogê.
Koordînatorê Rojhilata Navîn a Medîco International Martin Glasenapp daxuyanî da û di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta tirk li şûna ku rîska mirinên girtîgehên Tirkiyeyê û bûyerên şîdetê yên pêk werin bigire ser divê divê bi girtiyên siyasî yên di grevê de ne re hevdîtinan pêk bînin. Pirsgirêka kurd ya Tirkiyeyê enceq bi riyên siyasî bê çareserkirin.
Glasenapp wiha pê de çû: “Mafê Mirovan divê ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê derbasdar be. Ev jî ligel dayîna mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û di heman demê pêkanîna mafên mirovahî yên girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê ne.”
Medico Internatîonal ku lijneya mafê mirovan û alîkariyê ye û navenda wê li bajarê Frankfurt a Almanyayê ye, bal kişand ser girtiyên kurd yên di girtîgehan de û hate gotin ku niha 10 hezar girtiyên siyasî yên kurd hene û got di nav van de rojnameger, şaredar, parlamenter û zarok hene.
Medîco Internatîonal bi saziyên kurd yên herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê re gelek projeyên hevpar pêk anîne.