Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em bi biryar in, em ê civakê azad bikin!
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya 4'ê Hezîranê eşkere kir ku li Enqereyê pêk anî bû.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya 4'ê Hezîranê eşkere kir ku li Enqereyê pêk anî bû.
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê encamnameya civîna li navenda giştî ya partiyê eşkere kir û diyar kir ku di demekê de ku polîtîkayeke zext û zordariyê ya giran li ciwanan tê kirin, civîna wan hate lidarxistin.
Di encamnameyê de hate gotin, "Zor û zehmetiyên ku ciwanên Tirkiyeyê di nav de ne hatin nirxandin û ji bo destnîşankirina xeta têkoşînê ya dema bê, nîqaşên berhemdar hatin kirin."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi siyaseta xwe ya şerker nirxên civakê tune dihesibîne, di polîtîkaya dijî ciwanan de israr dike û hate gotin, "Ji dema ku AKP bûye desthilatdar û vir ve di nava civakê de cihêbûn û siyaseta dijberiyê mezin dibe. Li gel civakê bi taybetî ciwan xizan dibin, bêkarî û bêewlehiya li ser aşerojê zêde dibe. Jiyan her roj bêhtir giran dibe. Hema bêje yek ji du ciwanan bêkar e."
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ji bo nîşan bidin ku ciwan li hemberî vê xizaniya li wan tê ferzkirin bêçare nîne, wê li qadan bin û her tim dengê kesên ku desthilatdarî naxwaze bibihîze bilind bikin û hate gotin, "Em ciwanên ku xwe di bin sîwana Meclîsa Ciwanên HDP'ê de bi rêxistin ikrine, vê bêderfetiyê red dikin û destnîşan dikin ku heta mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Bi polîtîkayên şerê taybet zext û zordarî li ciwanan tê kirin. Bi girêdana bi madeyên hişbir, bi sîxurkirinê û êrişên zayendî yên bi rêk û pêk hewl didin ku ciwanan ji daxwazên wan ên mafê demokratîk vegerînin."
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku ew xwedî tecrûbe û wê hêzê ne ku polîtîkayên şerê ên sîstem ji bo dejenerekirinê ferz dike, pûç bikin. Di encamnameyê de hate gotin, "Em ê hre qadê veguherînin qada têkoşîna li dijî şerê taybet. Em bi biryar in ku ampûla yên şerê taybet dimeşînin biteqînin û jiyana wan a siyasî tarî bikin."
Di encamnameyê de işaret bi zexta desthilatdariyê ya li ser zanîngehan jî hate kirin û hate gotin, "Em ê kampûsan radestî komên çete nekin. Ji bo li zanîngehan perwedeyeke xweser, azad û pirzimanî bê dayin, em bi biryar in ku bixebitin û têbikoşin."
EM Ê CIVAKÊ BI RÊXISTIN BIKIN
Di dewama encamnameyê de hate ragihandin ku bi siyaseta şer a li ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re desthilatdarî dixwaze krîz û xizaniya heyî binixumîne û hate gotin, "Desthilatdariya ku giranî daniye ser tunekirina destketiyên Kurdan, bi rêya şer dixwaze civakê bi rê ve bibe û pirsgirêka Kurd bêhtir kûr bike.
Em ji dîrokê ve zanin ku berxwedana ciwanan, gelan û dijberên şer dimî li hemberî şerxwazan bi ser ketiye. Rabûna li ber şer, afirandina civakeke têgihiştî bi têkoşîn û rêxistiniyê dibe. Weke Meclîsa Ciwanan a HDP'ê em bi biryar in ku civakê ji AKP'ê ya ku ber bi zinar ve dehf dide, biparêzin û bi têkoşînê civakê azad bikin."