Mazlûm Ebdî êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê şermezar kir û diyar kir dema YNK’ê piştgiriyê dide Kurdên li Rojava , ev tişt nayê hesabê dewleta Tirk.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişa hewayî ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê twîtterê peamek weşand.

Mezlûm Ebdî got: "Em êrişa ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyeyê dewam dikin û bandorên wê yên xeternak li ser herêmê hene.”

Ebdî anî ziman ku helwesta Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya ‘piştevaniya bi birayên xwe yên li Rojava’ dewleta Tirk aciz dike û got: “Em têkiliyên xwe yên destpêkê yên bi bira û hevkarên xwe yên li Silêmaniyê re dewam bikin. Em di eniyekê de li dijî van binpêkirinan in."