Malbatên sendîkavanên dîlgirtî, di 15. de li qadan bûn

Malbatên sendîkavanên dîlgirtî, di 15. de li qadan bûn

Malbatên sendîkavanên dîlgirtî, di hefteya 15. de ji bo serbestberdana sendîkavanan de li kolanan bûn. 

Malbatên dîlgirtiyên KESK'î, di hefteya 15. de ji bo berdana sendîkavanên girtî li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê hatin cem hev.

Li ser navê malbatên dîlgirtiyên KESK'î Kevser Kesîkhali daxuyanî da û bibîr xist ku, di encama operasyonên 19'ê Sibatê yên di heman demê de li 28 bajaran hatin kirin de 185 sendîkavan hatine binçavkirin û ji van 70 hatine girtin.

Kesîkhali da xuyakirin ku, operasyonên li dijî sendîkavanan komployeke hukûmeta AKP'ê ye û destnîşan kir ku, gilînameya li dijî sendîkavanan hatiye amadekirin jî komediyeke. Kesîkhali got, "Dozger hema agahî kopî û pê ve kiriye. Di encamê de jî komediyek derketiye holê. Di gilînameyê de hevalekî me yê li Hatayê tevlî çalakiyên li Kolana Yuksel a Qada Taksîmê ya li Hatayê kirine. Kolana Yukselê ya Enqerê li Hatayê bicih kirine."

Kesîkhali diyar kir ku tevî zext û polîtîkayên tepisandina kedkarên gelemperiyê, AKP bi polîs û nokerên xwe re êrişî daxwazên mafdar ên gel dikin. Kesîkhali got, "AKP êrişî her kesê li gorî xwe nafikire û hemû mûxalîfên li dijî polîtîkayên emperyalîst derdikevin, dike."

Kesîkhali ragihand ku endamên KESK'ê ji ber xwedî li pêşeroj û ewlekariya karê xwe derketine û ev daxwazên xwe anînê ziman hatine girtin û destnîşan kir ku têkoşîna wan wê dewam bike.

Piştî daxuyaniya Kesîkhali, malbatên sendîkavanên dîlgirtî, ji bo deh deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xistin.