Malbatên girtiyan: Em ê xwedî li zarok û doza xwe derkevin
Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Em ê xwedî li zarokên xwe yên di zindanê de derkevin. Em poşman nabin û em ê stûyê xwe, xwar nekin.”
Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Em ê xwedî li zarokên xwe yên di zindanê de derkevin. Em poşman nabin û em ê stûyê xwe, xwar nekin.”
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ligel ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li Amedê dane destpêkirin di roja 352'yemîn de berdewam kir. Malbatan çalakiya xwe ya îro li ber deriyê Edliyeya Amedê li dar xistin. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78'an û Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan û endamên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada, bal kişand ser betalkirina berdana girtiyan û ev tişt got: "Qanûnên wan çi bin bila qanûnên xwe pêk bînin. Girtî tevî ku 30 sal cezayê xwe qedandine jî poşmantiyê li ser wan ferz dikin. 30 salan ragirtî mane ew wê çawa poşman bin? Banga me ji Wezirê Dadê û Serokkomar re ew e ku bila girtiyên ku cezayê wan qediyaye berdin. Tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û cezayê hucreyê ji girtiyan re ferz nekin. Em çûn Enqereyê, me raporên girtiyên nexweş jî nîşanî wan dan, ev meheke Meclis jî vebûye, bila çareseriyekê ji girtiyên nexweş re bibînin. Girtiyên nexweş û ên 70 salî edî nikarin di girtîgehê de bimînin. Ew di girtîgehê de li ber xwe didin em ê jî li derve li ber xwe bidin. Banga me ji hemû partiyên siyasî û gel re ew e ku xwedî li girtiyan derkevin. Em dev jî girtiyên xwe bernadin, berxwedan û heza wan ronahiya hemû dinyayê ye. Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin, serê xwe natewînin û zarokên me jî serê xwe natewînin.”
Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.