Malbatên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne

Malbatên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne

Grevên birçîbûnê du mehên xwe tije kir; fikarên malbatên girtiyan jî zêdetir dibin. Malbat li dijî hikûmeta AKP’ê bi bertek in. Malbatên ji ANF’ê re axivî û gotin ku ger ji bo daxwazin be, ‘daxwazên me ne jî’

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 12’ê îlonê heta niha didome û du meh li pişt xwe hişt û bi beşdariya 10 hezar girtiyan berdewam dike. Mizgîn Ari di koma yekemîn ya girtîgehê de cih digire. Mizgin Ari li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji 12’ê îlonê heta niha di grevê de ye.

MIZGÎN ARI: AKP DIXWAZE ME BIDE SEKINANDIN!

Bavê Mizgîn Ari, Mehmet Ari ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew duh bi keça xwe re axiviye. Ari der barê rewşa keça xwe û hevalên wê de ev tişt gotin: “… Em bi telefonê pêre axivin. Rewşa wan qet baş nîn e. Mizgîn dema diaxivî zehmetî dikişnad. Li dijî deng, dengê bilind gelek bi bertek in. Tanisyona wan dikeve û radibe. Ji ronahiyê jî nerehet dibin; çavên wê zirar dîtiye. Di telefonê de ligel ku ez weke her tim axivîm ji min re got ‘neqîre’. Rewşa hevalên wê yên ligel wê cidîtir e. Bi taybetî rewşa çend hevalên wê pir cidî ye. Mizgînê ev tişt ji min re ragîhandin.”

Mehmet Ari axaftina bi keça xwe re ya li ser çalakiyê jî wiha vegot: “Pir bi biryar in. Heta encamê negirin, ez ne bawer im ku dê dest ji çalakiya xwe berdin. Ji ber ku dema em axivîn got ‘çi dibe bila bibe em dê bidomînin’. Got ku bila kes ji bo bidawîkirina çalakiyê bang li me nekin. Heta hikûmet pêngaveke şênber navêje ne mumkune em greva xwe bi dawî bikin.”

‘EZ NAXWAZIN LI TIRKIYEYÊ BIJÎM….’

Mehmet Ari da zanîn ku ew li hemberî hikûmetê bi bertek in û wiha got: “Em nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî grevan wekê ‘xapandinê’ dibînin. AKP ji 2005’an heta niha me dixapîne. Her tim wisa dike. Baweriya min bi hikûmetê tune. Qet behsa demokrasiyê nekirin. Tu eleqeya wan bi demokratiyê re tune. Êdî nekarin vî gelî bixapînin. Yên di grevê de ne zarok in; evane siyasetê dimeşînin. Ez bawer nakim hikûmeta AKP’ê ji bo pirsgirêkê çareser bike pêngavê bavêje. Ez êdî naxwazim li Tirkiyeyê bijîm.”

Ari bang li rayagiştî kir û got: “Ez tenê bang li kurdan nakim; bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim. Bila xwedî li zarokên me derkevin. Bila piştigiriyê bidin daxwazên wan. Ger ku geşedaneke neyînî pêk were kes nikare li ber xwînê bisekine. Encam dê pir xerab be.”

LEYLA BARAN: EM PARSEKIYA DEWLETÊ NAKIN, PEYWIRA WAN BI BÎR DIXIN

Nîhat Baran Jjî li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê dimîne. Greva wan jî meha xwe ya duyemîn tije dike; di koma yekemîn ya çalakiyê de ye. Nîhat Baran zewicî ye, 3 zarokên wî yên 5,10 û 12 salî hene, navê wan jî Abdullah, Yasemin, Eren...

Hevsera Baran Leyla Baran ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku rewşa hevserê wê ne başe û xwîn ji bêvîla wî tê û çavên wî tarî dibin. Leyla baran diyar kir ku ew piştgiriyê dide daxwazên hevserê xwe û wiha got: “Ez tiştên ku divê hemû rayagitşî piştgiriyê bidê dibêjim. Daxwazên mirovahiyê dikin. Divê dewlet êdî neheqiyê neke. Ji bo daxwazan pêngavan bavêje. Ger çareserî pêk were û çalakî biqede jî dê ev ji vir şûnde çawa bijîn. Ev 60 roje di grevê de ye. Tenê bo wî nabêjim. Rewşa hemûyan pir xeter e. Nexweşiyan dest pê kir. Ev dê hemû mayînde bimînin.

BAVÊ ME BIRÇÎ YE?

Leyla baran behsa zarokên xwe kir: “Psîkolojiya zarokên min xera bûn. Çend roj berê dîmenên berê yên grevê di rojname û înternetê de dîtibûn. Pir tirsyabûn. Wêne nîşan dan û gotin bavê me jî dê wisa bibe. Ez nikarim bersivekî bidim wan. Yek hêj 5 salî ye. Yên din 10-12 salî ne. Lê em nikarin veşêrin. Ji televîzyonû derdorê hîn dibin. Dibêjin dayê dê ‘bavê me bimire’. Lê bila ev bê zanîn ku em xwe navêjin bextê dewletê. Em dê êşa xwe bikişînin. Heta dawiyê em piştigriyê didinê. Em parsektiya hikûmetê nakidn; em peywira hikûmetê bi bîr dixînin.”