Malbatê cenazeyê girtiyê nexweş Guneş wergirt û wê li Edeneyê veşêre

Cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata wî hate wergirtin. Malbat ji bo veşartinê wê cenaze bibe Edeneyê.

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Amedê de vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de bû û ligel ku gelek caran ji bo berdana wî bang hatibû kirin jî nehatibû berdan. Malbata wî cenazeyê Guneş ji Saziya Tipa Edlî ya Amedê stend û wê cenaze li Edeneyê veşêre.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, nûner û rêveberên TÛHAY-DER, MED TÛHAD-FED, OHD û HDP’ê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma şandinê bûn. Di merasîmê de sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ hate berz kirin. Polîsan xwestin merasîmê asteng bikin. Gel bi çepik û sloganan astengkirin protesto kirin.