Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ve hate kirin.

Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û bi rêya dozgeriyê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer jî ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hefteyê du caran serî li herdu saziyan didin. Lê belê daxwaza hevdîtinê bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin.