Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbat û wasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê dan.
Malbat û wasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê dan.
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç bi daxwaza ku Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê dan.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş jî serlêdan li herdu cihan kirin.