Emîne Şenyaşar a 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji qetilamê bi birîndarî filitî bû, zêdeyê salekê ye ku li çalakiya li ber Edliyeya Rihayê dest pê kirine dewam dikin
Malbata Şenyaşar, ji ber meha Remezanê, roja 417’emîn a nobeta xwe ya edaletê jî Sofreya Edaletê danî.
Serokê Komeleya Fikir Masasiyê wiha axivî: Em vê êvarê, ji bo parkirina nanê xwe bi malbata Şenyaşar re li vir in. Edalet ji her kesî re divê. Mîna kurmoriya av li agirê Hz. Îbrahîm kiriye em jî, qet nebe ji bo diyarkirina aliyê xwe îro tev bi hev re ne. Me tu şik û guman nîn e ku yên îro bûne sedema bêedaletiyê jî wê sibê roj bi pey edaletê bikevin.
Gerger hêvî kir ku di demeke kin de rastî bi tevahî derbikevin holê û wiha bi axaxtina xwe de çû: “Li Rihayê her kes bi rastiyê dizane, haya her kesî ji rewşê heye lê bi awayekî xwe li nedîtinê dadiînin. Bûyerên li nexweşxaneyê qewimîn, zû ya jî dereng eseh wê rojekê derbikevin holê. Hêviya me ew e ku malbat zûzûka bigihîje kurê xwe yê di girtîgehê de.”
Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût jî ev tişt gotin: “Em bi malbata xwe re ji bo piştgiriyê hatin serdanê. Hefteya çûyî 4 kes hatin girtin, bi vê yekê, hindik be jî hevî çêbû bi malbatê re. Dayik dibêje ku kurê wê yê girtina wî nehuqûqî ye, heta nehê berdan ew ê dev ji nobetê bernede. Ne peykerê Themîsê lê divê yê dayika Emîne Şenyaşar bihê danîn. Bi berxwedanê mirov encam digire. Em bi her awayî piştgirê wê ne.”