Malbata Şenyaşar: Em dev ji têkoşîna xwe bernadin

Malbata Şenyaşar diyar kir çi bibe jî wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Emîne Şenyaşar, ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîranê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de ne. Çalakî di roja 425'an de ye.

Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne û Ferît Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li Sirûcê didomînin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam weşand “Welat di pêvajoyeke dijwar de ye. Em ku hemwelatiyên vî welatî ne, em bi fikar in. Ligel her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî pêk were, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”