Malbat li dijî tecrîd û êşkenceyê di Nobeta Edaletê de ne

Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin, li dijî tecrîd û êşkenceyê peyam dan.

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayê berdan û li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, li ber Baroya Îzmîrê di roja 133’yemîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan ên ku berdilkên bi nivîsên “Girtiyên nexweş berdin” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ne şer, aştî niha” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Torbalî û navçeya Guzelbahçeyê piştgirî dan çalakiya malbatên girtiyan.

‘LI GIRTÎGEHÊ ÊŞKENCE HEYE’

Fatma Sûrme ya ku kurê wê Ahmet Sûrme 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, diyar kir ku ji bo edaletê hefteyê 3 rojan nobetê digirin. Sûrme, anî ziman ku li girtîgehan êşkence tê kirin û wiha got: "Zarokên me dixin hucreyên yekkesî. Girtiyên nexweş bernadin. Cezayên nû didin girtiyên ku cezayê wan qediyaye. Bila dawî li van kiryaran bên. Bila girtiyên nexweş  serbest bên berdan. Bila tecrîda li girtîgehê êdî rabe. Bila xwîna ku tê rijandin bisekine. Em ji hemû cîhanê edalet û aştî dixwazin. Bila êşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe."

Huseyîn Satilmiş yê HDP’yî jî wiha got: "Welat bûye rewşek wisa ku em hemû di girtîgeheke servekirî de ne. Li girtîgehan ti qanûnên neteweyî û navneteweyî nayên pêk anîn. Lê divê bê zanîn, zext û mirin wê me ji têkoşîn û daxwaza aştî û mafê gav paş ve nede avêtin. Hin kes ji bo kuştinê hene, hin jî ji bo pêşîgirtina mirinan. Hezar silav li kesên di vê têkoşînê de ne.”