MA-TUHAYDER: Girtiyên nexweş dimirin, tavilê bikevin nava liv û tevgerê!

MA-TUHAYDER'ê têkildarî girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku divê her kes ji bo girtiyên nexweş tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) têkildarî girtiyên nexweş Abdulrezzak Şûyûr û Halîl Guneş ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ya yek şexsî ku di şexsê Birêz Ocalan de hatiye avakirin, parçeyek ji wê sîstemê ye ku li ser gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê Kurd û tevahiya civakê tê ferzkirin. Herî zêde jî bandorê li girtîgehan dike."

'NAYÊN DERMANKIRIN, BI RÊK Û PÊK ÊŞKENCE TÊ KIRIN'

Di daxuyaniyê de işaret bi asta zextê ya li girtîgehan hate kirin û hate ragihandin ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Di daxuyaniyê de binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan hate bibîrxistin û hate gotin, "Ya herî lezgîn jî ew e ku girtiyên bi nexweşiyên giran nayên dermankirin, bi tena serê xwe li hucreyekê tên girtin û nayên berdan. Bi vî rengî bi rêk û pêk êşkence tê kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her sal bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin yan jî nayên berdan jiyana xwe ji dest didin, lewma girtîgeh veguherîne qadên kuştinê.

Di daxuyaniyê de li dijî êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan bang hate kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Her wiha em bang li rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên pêwendîdar û gelê xwe dikin ku li ber zilma li girtîgehê rabin û cihê xwe li gel xizmên girtiyan bigirin ku li Baroyên Wan û Amedê çalakiya nobedê digirin."