Lîstikvanê Amedspor Denîz Nakî yê hatibû binçavkirin hate berdan
Lîstikvanê Amedspor Denîz Nakî yê ku ji ber parvekirinê li ser hesabê Twîtterê kirbû, habitû binçavkirin hate berdan.
Lîstikvanê Amedspor Denîz Nakî yê ku ji ber parvekirinê li ser hesabê Twîtterê kirbû, habitû binçavkirin hate berdan.
Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî, li ser hesabê Twîterê yê li ser navê xwe vekiribû, bi hinceta ku heqaret li Serokkomar kiriye hate binçavkirin. Nakî yê ku îfadeya wî hate girtin, piştî ku hate zanîn hesab ne aîdê wî ye hate berdan.
Parêzerên Serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan, ji ber hesabê Twîtterê yê bi navê lîstikvanê Amedspor Denîz Nakî hatibû vekirin, bi hinceta parvekirinên heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan hatiye kirin, ji bo Serdozgerê Komarê yê Amedê gilî kiribû.
Li ser giliyê hatî kirin dozger ku lêpirsîn da destpêkirin, li ser vê lîstikvanê Amedspor Denîz Nakî îro hate binçavkirin. Denîz Nakî yê ku îfadeya wî hate girtin, anî ziman ku hesabê Twîtterê yê ku parvekirin li ser hatiye kirin neaîdê wî ye. Di encama lêkolîna hate kirin derket holê ku ew hesab ji aliyê hezkiryek yê wî ve hatiye çêkirin. Piştî îfadeyê Nakî hate berdan. Hat diyarkirin ku lêpirsîna sûc li ser daxwaza parêzerên Serokkomar Erdogan hatiye vekirin dewam dike.