Lîderên Şîa êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Lîderên Şîa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û bang kirin, ku li dijî êrişan bikevin nava liv û tevgerê.
Lîderên Şîa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û bang kirin, ku li dijî êrişan bikevin nava liv û tevgerê.
Nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dike.
Lîderê Şîa Ammar El Hakîm bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Hakîm got, "Van êrişên dewleta Tirk careke din şermezar dikim, ku mafê serweriyê yê Iraqê binpê dike."
'WEŞANDINA DAXUYANIYAN BI TENÊ TÊRÊ NAKE'
Lîderê Şîa Qays El Xezelî jî nerazîbûn nîşan da, ku li dijî dagirkeriyê tenê daxuyanî têne weşandin û bang li komên siyasî kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin û bikevin nava liv û tevgerê.
Qeys El Xezelî ku Berpirsyarê Giştî yê Gel ê Esaîbe Ehlî ye bi bîr xist ku liv û tevgera dewleta Tirk a bejahî û hewayî ya li nava xaka ıraqê dewam dike û got, "Dewleta Tirk li nava Iraqê gelek karan dike. Ev liv û tevger tenê bi weşandina daxuyaniyan bi dawî nabe. Baweriya bi bidawîkirina êrişa bi daxuyaniyan, şerm e. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê divê hêzên siyasî li hev bikin."