Li Zurîhê meşa ciwanên Kurd

Li Zurîhê meşa ciwanên Kurd

Derdora 1500 kes beşdarî meşa meşaleyi ya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve li bajarê Swîsre Zurîhê ji bo azadiya Ocalan û piştgiriya bi greva birçîbûnê re hate lidarxistin bûn.

Di korteja meşê de çalakgerên greva birçîbûnê ya ku ji bo du rojan li Mala Gel a Zurî hate lidarxistin jî beşdarî meşa bi melaşe bûn. Her wiha rêxistinê Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiya Kurdan.

Anarşîstên AÎ, Juso, Otonomcular, Karakök, Bleibrecht, Aufbau, Akzo jî di meşê de cih girtin. Çalakî saet di 19.00 de li Helvetia platzda dest pê kir û heta saet 21.00ê li Burkli platzê bi dawî bû.