Li Zongûldakê li kanekê teqîn çêbû: 4 karker birîndar bûn

Li navçeya Kîlîmlî ya Zongûldakê li kanekê teqîn çêbû. 4 karker birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li taxa bolum a navçeya Kîlîmliyê li kaneke taybet teqînek çêbû. Di encama teqînê de ku ji ber sedemeke nediyar rû da, 4 karker birîndar bûn.

Madenkar Ersoy Mankir, Ramazan Kamîl Çelebî, Îlyas Kabûk û Alî Gezer ên birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Zongûldakê.

Kabûk û Gezer ku birîndara wan giran e, piştre rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê.

Zongûldak timî bi qezayên madenê dikeve rojevê. Karesata herî giran a li vî bajarî sala 1992'an li navçeya Kozlûyê rû da û di encamê de herî kêm 263 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Karesata herî dawî ya madenê di 14'ê Cotmeha 2022'an de li navçeya Amasra ya Bartinê qewimî. Di encama teqînê de 41 karker mirin.