Li zanîngeha Salzburgê panela Kobanê
Li zanîngeha Salzburgê panela Kobanê
Li zanîngeha Salzburgê panela Kobanê
Li Zanîngeha Salzburg a Awûstûryayê, bi mijara Rojavayê Kurdistanê û Kobanê panelek hat lidarxistin. Li dû panelê 300 kg alîkariya tibî ji Kobanê re hat komkirin.
Duh Sendîkaya Xwendekaran a Salzburgê (OH) li zanîngehê bi mijara Rojavayê Kurdistanê û Kobanê panelek lidar xistin. Li ser navê FEYKOM'ê Rûken Eraslan, li ser navê Kurdischer Kulturverein in Salzburg Nadîle Kİran û Dr. Bêkes Derwêş tevlî panelê bûn.
Di panela saet û nîvekê de Dr. Bêkes Derwêş, naverok û detayên kembera Ereb a rejîma Baasê bi armanca asîmîlasyon û koçkirinê li ser Rojava meşand, vegot. Di panelê de bi taybetî li ser drama însanî û alîkariya lezgîn a ji bo Rojava û Kobanê hat rawestîn. Di panelê de hat ragihandin ku alîkariya lezgîn hînê ji bo Kobanê gelekî pêwîst e.
Rûken Eraslan a li ser navê FEYKOM'ê tevlî panelê bû di axaftina xwe de diyar kir ku alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, tê wateya dijminatî û destwerdana li şoreşa Rojava ji bo fetisandinê. Nadîle Kiran jî di axaftina xwe de li ser dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê û Rojava rawestiya.
Di dawiya panelê de ji bo ji Kobanê re bê ragihandin, 230 € pere, 300 kîlogram malzemeyên tibbî, 4 kursiyên nexweşan ji Heyva Sor a Kurdistanê re hat dayîn. Dr. Bêkes Derwêş a alîkariya tibî da, rastî pêwendiyeke mezin hat.