Li Washingtonê bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê hatiye destpêkirin û di roja 49’emîn de ye, xwepêşandanek hate lidarxistin. Her wiha, dê sibê jî li 5 bajarên Kanedayê çalakiyên hemwext bên lidarxistin.
Kurdistaniyên li paytexta DYA’yê Washingtonê dijîn, li navenda bajêr piştgirî dan greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin. Kurdistaniyên li Washington, Maryland, New Jersey û New Yorkê dijîn tevlî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de bêdengî û xemsariya raya giştî ya li hemberî greva birçîbûn hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li Kanedayê jî dijîn, dê piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Kurdên li bajarên Toronto, Montreal, Ottawa, Vancouver û Ednontonê dijîn, dê sibê çalakiyên hemwext li dar bixin. Xwepêşandan ji aliyê Federasyona Kurdan a Kanedayê ve tê organîzekirin.