Li Wan û Îzmîrê çalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê
Li Wan û Îzmîrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cihê hate pîrozkirin.
Li Wan û Îzmîrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cihê hate pîrozkirin.
WAN
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Qurûbaş a navçeya Artemêt a Wanê dar hatin çandin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MEBYA-DER, DBP, HDP, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Partiya Çep a Kesk û gelek kes beşdarî çalakiya çandiniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Hat xwestin ku şitlên hatine çandin bibin wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
ÎZMÎR
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER), Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER), HDP, DBP, TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî rojbûna Ocalan çalakiya hevpar li dar xistin. Deqîqeyek rêzgirtinê hat kirin û sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîşandan.
Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e û got: "Çiqas dewlet li dijî wî derketin jî wan nikarîbû bixista ber çokan. Ji bo aştiyê, ji bo azadiya wî, ciwanên me, gelê me xwe feda kirin. Ji ber ku ji wî ditirsin deriyên Îmraliyê venakin. Şaxê darê ku dirêjî odeya wî dibe bi hinceta keskayî dide, birîn. Kurê min jî li Îmraliyê bû, li kêleka wî bû. Dema diçûm cem wî li 7 cihan li ser me lêgerîn dihat kirin. Tu hurmeta wan tunebû, tu nirxên mirovahiyê li ba wan nebû. Em vê zilmê şermezar dikin."