Çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li bajarê Vannes yê Fransayê bi meşek girseyî bi dawî bû, li Mulhouseyê jî ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê mitîngek hate li darxistin.
Çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li Qada Place de la liberation ya bajarê Vannes ya herêma Rennes ya Fransayê bi armanca piştgirî dayîn çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk hate destpêkirin, bi meşekî girseyî bi dawî bû.
Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ku li herêma Rennesê jiyan dikin di meşê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakvanên di çalakiya birçîbûnê de slogan avêtin. Meşvanên ku di meşa 2 kîlometreyî de bêdeng mayîna Fransayê û radestkirina siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ji Swîsre bo Almanyayê şermezarkirin û çalakiya rûniştinê pêkanîn.
Meş li Qada Place de la Rabine bi daxuyaniya çapemeniyê bidawî bû.
Saziyên herêmî û netewî eleqeyek baş nîşanî meşê dan, her wiha balkêş bû ku, kanala Fransayê TV3 ku rojên borî ji aliyê ciwanên Kurd ve hatibû dagirkirin, meş di şopand.
Kurdistaniyên ku li Rennesê jiyan dikin dê roja Dûşemê di demjimêr 16.00’an de ji bo siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ku radestî Almanyayê kir û di çalakiya birçîbûnê de ye, meşek ya piştgiriyê durist bikin.
Li bajarê Mulhouse yê Fransayê jî ji bo piştevaniya bi girtiyan re mitîngek hate li darxistin. Piştî mitînga li ber Katedralê, dosyayên derbarê çalakiya birçîbûnê dane saziyên çapemeniyên herêmî û partiyên siyasî.