Li bajarê Franse Vannesê bi boneya piştgiriya ji bo girtiyên Kurd ên ku 51 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji bo sê rojan greva birçîbûnê hate destpêkirin.
Konê greva birçîbûnê saet di 08.00 de bi daxuyaniya çapemeniya li semta Vannes Centre Ville dest pê kir. Ji Vannes û derdora wê 15 kes tevlî greva birçîbûnê bûn. Di kon de, standên îzmeyan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
Di dema greva birçîbûnê de dê belavokên bi zimanê Fransî yên li ser rewşa Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de bên belavkirin. Greva birçîbûnê dê roja şemiyê bi daxuyaniyek girseyî ya çapemeniyê bi dawî bibe.