Li Ûkraynanyê mitînga piştgiriya ji bo greva birçîbûnê

Li Ûkraynanyê mitînga piştgiriya ji bo greva birçîbûnê

Komîteya ciwanên Kurd li bajarê Ûkrayna Odessayê bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, mitîngek li dar xist.

Mitînga ciwanên Kurd li qada Sabornaya Ploşadê ya Odessayê pêk hat. Kurdên li Odessayê diîn û baskên ciwanan ên Partiya Komunîst RKDS û Baratra jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku zêdetirê 60 kes tevil bûn de Albû Aleksî Dîmîtrovîç axivî û diyar kir ku ew her tim piştgiriya gelê Kurd dikin.

Her wiha di çalakiyê de belavoka komîteya ciwanan a girêdayî komeleyên Kurd hate xwendin. Di belavokê de banga piştgiriya ji bo grevên birçîbûênê hate kirin.

Di çalkaiyê de bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Rûmeta Mirovahiyê dê Îşkenceyê bin bixe”, “Bêdengî Mirin e”, “Erdogan Hîtlerê Îro ye” “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana zîndanan” hatin qêrîn.

Li aliyeke din greva birçîbûnê ya li Moskowê hatibû destpêkirin jî bi civîneke berfireh a gel bi dawî bû. Di civînê de peyam hate dayin ku dê çalakiyên piştgiriyê berdewam bikin.