Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û di roja 50’mîn de didome, li bajarê Toulouse yê Fransayê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî hate destpêkirin.
Roja Yekşemê li bajarê Toulouse Qada Ermenîstan (Placed’ Armenie) konek hate vedan û çalakiya 3 rojî destpê kir. Jin jî tevlî çalakiya birçîbûnê bûn.
Nûnerê YNK’ê yê Fransayê Barzan Farac ku ji bo Konreya Partiya Sosyalîst ya Fransayê ya 26-28’ê Cotmehê pêkhat li Toulouseyê bû, serdana kona çalakiya birçîbûnê kir û piştîgirî dayê.