Li Toscana û Viyanayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Toskana ya Îtalyayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiyên curbecur hat pîrozkirin.

Bi taybetî jin û zarok beşdarî pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Grosseto ya Toscana bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Kurd Elîf Kaya li ser girîngiya rojê nirxandinek kir.

Kaya bal kişand ser berxwedan û tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di çalakiyê de ji bo Abdullah Ocalan wêne hatin xêzkirin û helbest hate xwendin. Çalakî bi dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.

Kurdistaniyên ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê li navenda FEYKOM'ê hatin cem hev rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Çalakî bi muzîk û govendê bi dawî bû.