Li Torontoyê karker û Kurd di 1'ê Gulanê de li hev civiyan
Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kurd û kedkar di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de li hev civiyan.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kurd û kedkar di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de li hev civiyan.
Bi banga Federasyona Karkeran a Ontarîoyê, endamên gelek sendîkayên Kanadayî, kedkarên tenduristiyê, aktîvîstên avhewayê, xwendekar, komele û Kurd li bajarê Toronto yê Kanadayê di 1'ê Gulanê de li hev civiyan.
Kurdistanî jî bi banga Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê tevlî çalakiyê bûn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistaniyan bi afîş û dirûşman bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û komkujiyên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin. Çalakiya Kurdan bala Kanadayiyan kişand. Her wiha li ser mijarê bi hezaran belavok hatin belavkirin.