Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9,3
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9,3
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9,3
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê, di meha Nîsanê de li gorî heman meha sala borî ji sedî 0,3 zêde bû û derket ji 9,3. Bi vî awayî 216 hezar kesên din ên bêkar zêde bûn û gihişt 2 milyon 641 hezar kesî.
Îstatîstîkên Kar ên Ferdên Malan a Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TUÎK) a “Encamên Nîsana 2013’an” hat aşkerekirin. Li gorî wê, rêjeya bêkariyê, di meha Nîsanê de li gorî heman meha sala borî 0,3 zêde bû û derket ji sedî 9,3. Di Nîsana sala borî de hejmara bêkaran ku 2 milyon 425 hezar bûn, di Nîsana îsal de 216 hezar zêde bûne û bûne 2 milyon 641 hezar.
Bêkariya ji derveyî karê çandiniyê jî ji sedî 0,4 ku zêde bû, gihişt ji sedî 11,5.
Rêjeya bêkarên temenê wan 15-24 jî ji sêdî 0,8 zêde bû gihişt ji sedî 17,5.
Di heman demê de yên kar ji wan re hatiye dîtin li gorî sala borî 1,2 zêde bûne û gihiştiye ji sedî 46,4.