Li Tirkiyeyê di nava sê mehan de herî kêm 463 karker mirin

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di nava sê mehên destpêkê yên salên de herî kêm 463 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

ÎSÎG'ê têkildarî kuştina li kar a li Tirkiyeyê rapora xwe ya li ser mehên Çile, Sibat û Adarê yên sala 2023'an eşkere kir.

Li gorî raporê, di meha Adarê de 130 karker li ser kar mirin. Di sê mehên destpêkê yên sala 2023'an de bi giştî 463 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev jî tê wê wateyê ku her roj herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest didin.

Ji aliyê mirina karkeran ve Stenbol di rêza destpêkê de ye. Hate ragihandin ku li Stenbolê 76 karker, li Semsûrê 65 karker, li Hatayê 36 karker, li Mereşê 16 karker ku herêma erdhejê ne, li Bûrsayê 13 karker û li Kocaeliyê jî 12 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 37 jê jin, 426 jî mêr bûn.