Li Şamê teqîn: 10 mirî 30 birîndar

Li Şamê teqîn: 10 mirî 30 birîndar

Li paytexta Sûriye Şamê di encama teqînekê yek jê kurd 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku du kes ji wan Kurd in.

Li gorî nûçeya ajansa Sana ya fermî ya Sûriyeyê, teqîn di saetên êvarê de li Taxa Wirud a Şamê, li nêzî rawestgeha wesayîtan pêk hat. Li gorî nûçeya ajansê, di encama teqîna ku sedema wê nehat hînbûn de, yek ji wan kurd 10 kesan jiyana xwe ji dest da, yek jê kurd 30 kes jî birîndar bûne.

Hate gotin ku welatiyên kurd ên bi navê Mistefa Osman ku 2 zarokên wî hene û Mehemet Koto ku herdu jî ji gundê Sîmala yê girêdayî bajaroka Meydanê ya Efrînê ne, dema ji terzîxaneya lê kar dikirin vedigeriyan malê teqîn pêk hatiye. Di teqînê de Mistefa Osman jiyana xwe ji dest da, Mehemet Koto jî birîndar bû.