Girtiyên li Girtîgeha Şakran û Kiriklarê ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger zêde kîlo winda kirine, serêşî, şewata mîdeyê, bêhalî, zehmetiya axaftin, êşa çavan destpê kiriye. Girtiyê ku di 3'ê Cotmehê de li Girtîgeha tîpa F ya Hêjmar 4 ya Şakranê Ziver Mete rewşa wî girane.
Çalakiya birçibûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û bêdorveger ku 12'ê Îlonê ji bo tenduristiya, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk destpê kirin, di roja 50'mîn de berdewam dike. Her roj derbaz dibin tenduristiya girtiyan jî her ku diçe xirab dibe.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 a Kiriklarê nexweşiyên wan zêde dibin. Dest û piyên wan dicemidin. birînên ezmanê dev, xwînbûna mîde û roviyan, sergêjî tansiyon, bêhalî, êşa çavan, zengîniya guhan, bêxewî destpê kiriye. Girtiyê ku di 3'ê Cotmehê de li Girtîgeha tîpa F ya Hêjmar 4 ya Şakranê Ziver Mete rewşa wî girane. Hate zanîn ku, êdî xwîn tevlî îdrar û pîsiyê Mete dibe û rewşa wî giran dibe.
Dîsa li aliyê din hate zanîn ku, li Girtîgeha Jinan ya Şakranê girtiyên ku ketine çalakiyê û dernakevin hevdîtinê jî rastî cezayê dîsîplînê hatine.
Dîsa li Girtîgeha Şakranê ya Zarokan zarokên bi navê H.D. û U.T. ku ji 15'ê Cotmehê de bi heman armancê dest bi çalakiyê kirine, mafê wan tê binpêkirin. Hate zanîn ku, refaqetvana nade wan û piştî ketine grevê vîtamîna B1 red dikin. Girtiyan destnîşan kir ku, ava qirêj dide çalakgeran û neheqiyan li wan dikin.