Li Taksîmê êrîşa polîsan

Li Taksîmê êrîşa polîsan

Li ser banga Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re, bi hezaran kes ji bo dijwariya polîsan a li dijî berxwedêrên Parka Gezî şermezar bikin û kesên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin, herikîn Taksîmê.

Girseya gel a ji bo biçe Parka Gezî li Kolana Îstîklalê li hev kom bû, li êrîşa polîsan rast hat. Êrişa polîsan li Kolana Îstîklalê û Siraselvîlerê dewam dike.

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû beriya çalakiyê daxuyaniyek dabû û bi gotina "kombûna li Taksîmê ne huqûqî ye, lewma destûr jê re nayê dayîn" sînyala êrîşê dabû.