Tûra otobusa Ji Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatên Ewropa digere, duh li bajarê Swîsre Neuchatelê dom kir.
Otobusa ji Ocalan re Azadî piştî paytextê Swîsre Bernê rawestgeha dawî bo bajarê Neuchatel. Otobusa ku di ketina bajar de ji aliyê karwanekê ve hate pêşwazî kirin piştî li La Chaux-de- Fonds tûr avêt derbazî Neuchatelê bû. Li vir Hozan Şemdîn ji girseyê re axaftinek kir û balkişande ser tecrîda li ser Ocalan ku demek ji demekê zûtir pêwîste Ocalan azad bibe. Otobus piştî Neuchatelê dê derbazî Ywerdon-les-Bainsê bibe û ji wir jî derbazî Lozanê bibe.