Li Strasbourgê li ber Sefareta Danîmarkayê dê mitîng bê lidarxistin

Li Strasbourgê li ber Sefareta Danîmarkayê dê mitîng bê lidarxistin

Biryara Danîmarkayê ya rawestandina lîsansên weşana Roj Tv, Nûçe TV û MMC dê sibe li Strasbourgê li ber Sefareta Danîmarkayê bê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ê li bajarê Strasbourg ê Fransayê jiyan dikin, dê bi mitîngekê biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhagê a rawestandina lîsansa weşanên Roj Tv, Nûçe Tv û MMC were protesto kirin. Mitîng dê sibe di demjmêr 14:00’an de li ber Sefareta Danîmarkayê pêkbê.

Kurdistaniyên ku dê bertekê nîşanî rawestandina lîsansên televîzyonên mijara gotinê û cezayê giran ê aborî bidin, piştî mitîngê dê daxwaza hevdîtinê bi rayedarên Danîmarkî bikin.