Bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk de ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, roja sêşemê li ber Parlementoya Swêdê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakiya Kurdistaniyan duh bi dawî bû.
Kurdistaniyan piştî çalakiyê civînek çapemeniyê li dar xistin û piştre bi rayedarên Wezaret Derve ya Swêdê re hevdîtin pêka nîn. Ji Wezareta Derve Şevê Yekitiy Ewropayê Andres Hagelberg soz da ku ew ê mijarê binirîxnin û ji bo bidawîbûna grevê hewl bidin. Kurdan piştî çalakiya li ber parçementoyê meşek li dar xistin.
Nîgar Xezal ku di komîteya amadekar a çalakiya li ber parlementoyê de cih girt û bi Wezareta Derve ya Swêdê re hevdîtin pêk an, da zanîn ku çalakiya wan di asteke girîng de gihştiye armanca xwe û da zanîn ku wan ji bo azadiya Ocalan jî zêdetirê 400 îmze kom kirin.
YE Û HUKÛMETA SWÊD HATIN REXNEKIRIN
Civîna çapemeniyê ya li ber deriyê parlementoyê bi rêzgirtina şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de Berdevka Ragihandinê ya Konseya Kurdan a Swêdê Eda Duzgun daxuyanî xwed. Eda di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa grevên birçîbûnê û bipêkirinên mafan.
Duzgun da zanîn ku greva birçîbûnê ketiye roja 50’emîn û diyar kir ku êdî çalakger gihiştine ber mirinê û ji hukûmeta Swêdê xwest ku bikeve dewrê. Her wiha ragihand ku Hukûmeta Swêdê û Yekitiya Ewropa tenê rewşê dişopîne, lê tiştek din nake û rexneyên giran li wan kir.
Her wiha Federasyoan Elewiyan a Swêdê, Komeleya Çand û Hunerê ya Tirkiyeyiyên Swêdê, HDK, Navenda Çandê ya Asuriyan û Komeleya Çandê ya Piştevaniyê ya Tirkiyeyê Swêdê beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan.
PARLEMENTER GIRIYA
Ji ber bêhndana payizê, parlementer ne li Parlementoyê bûn. Çend parlementer hatin Parlementoyê. Yek ji vana Parlementera Partiya Çepgir Siw Holme bû. Gava me jê pirsî hûn ê ji bo rawestandina greva birçîbûnê ya gihiştiye ber mirinê çi bikin pirsî hesirên çavên xwe negirt û giriya. Holme bi zorê axivî û Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt rexne kir.
DI MEŞÊ DE LI DIJÎ AKP’Ê HÊRS HEBÛ
Kurdistaniyên ku li ber parlementoyê çalakiya xwe bi dawî kirin, bi kincên xwe yên spî yên daxwazên çalakgeran li ser nivîsandibûn dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşimên “Qatil Erdogan, Bijî Ocalan”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehinime” û “PKK gel û gel li vir e” qêriyan. Kurdistanî di meşê de dirûşim û sîrûd gotin û piştî avahiya serokwezaretê çûn ber avahiya şaredariyê û ji wir jî hatin Komeleya Çandê ya Kurdan.