Li Stenbolê wehşet bavekî: 6 mirî

Li Stenbolê wehşet bavekî: 6 mirî

Li navçeya Bagcilar a Stenbolê Engîn Sargik yê 36 salî 7 zarok, hevsera xwe û birayê xwe gulebaran kir û piştre jî berda serê xwe û xwe kuşt. Di bûyerê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Engîn Sargikê ku bi karê tekstîlê re mijul dibû ji ber sedemeke ku nayê zanîn aqil avêt. Sargik bi çekê li hevsera xwe Sacîde (38), zarokên xwe Suzan (17), Salîh (16), Sevda (15), Gulcan(14), Ercan (11), Erhan, Abîdîn (5) û birayê xwe Bayram Sargik gule barad. Engîn Sargik guleya dawî jî berda serê xwe.

Şêniyên taxê agahî da polîs û dema polîs hat termê Sevda, Suzan, Salih û Bayram Sargik dîtin.6 kesên rewşa wan giran bû jî rakirin nexweşxaneyê. Piştre Gulcan û Abîdîn jî nehatin rizgarkirin.

Bav Engîn Sargik jî li nexweşxaneyê mêjiyê wî mir. Hat hînbûn ku rewşa birîndarên din jî giran e.