Li Stenbolê serdegirtinên Gezî
Li Stenbolê serdegirtinên Gezî
Li Stenbolê serdegirtinên Gezî
Li Stenbolê, di encama serdegirtina gele mal û saziyan ên ji ber çalakiyên Parka Gezî de, zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin. Li gelek cihan lêgerîna polîsan dewam dikin û tê gotin hejmara binçavkiriyan dikare zêde bibe.
Li Stenbolê, operasyonên binçavkirinê yên li hemberî berxwedêrên Gezî dewam dikin. Li navçeya Sancaktepeyê, polîsan saet di 05.00 de avêtin ser 56 navnîşanan. Di encama serdegirtinan de 26 kes hatin binçavkirin û fikar tê kirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Di nava binçavkiriyan de xwendevanên Kovarên Ozgur Gelecek û Devrimci Demokrasî jî hene.
Li Sancaktepeyê, navên binçavkiriyên hatine hînbûn ev in: Ji Halk Cephesî Devrîm Yilmaz, xwendevanên kovara Partîzan Ûmût Oner, Okay Koçak, Îlhan Çoban û endama ESP'ê Ceren Çoban.
Li mala Sekreterê Navçeya Sancaktepe ya Partiya Rizgariya Gel Denîz Bîn, lêgerîn tê kirin.
Serokê Giştî yê Aka-Derê Altan Açikdîllî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokê Şaxê Sancaktepe ya Aka-Der û xwendevanê Kaldiraçê Selçûk Kalaycioglû û endamê Aka-Derê Duzgun Polat hatine binçavkirin. Açikdîllî got, "Serê sibê saet di 05.00'an de avêtin ser mala wan û ew kirin binçavan. Polîsên Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê jî ji malbatên binçavkiriyan re gotin; di çarçoveya çalakiyên Gezî de bi biryara girtinê ya dozgeriyê re hatine binçavkirin. Bi ti awayî em nikarin xwe bigihînin hevalên xwe, her weha haya malbat û parêzerên wan jî jê tineye. Em ji wan kesên serî li her rêbazên zextê didin, dipirsin! Gelo girtîgeheke we ya ewçend mezin heye ku tevahiya gel lê bicih bike. Ji ber ku bi zext, binçavkirin û girtinan re hûnê nikaribin serê vî gelî bitewînin."
13 XWENDEKAR DI BINÊ ÇAVAN DE NE
Polîsan her weha avêtin ser malên endamên Kolektîfên Xwendekaran û Ciwanên Dibistana Amadeyî. Li waregehên xwendekaran jî serdegiritna polîsan hebû.
Navên kesên li van deran hatine binçavkirin ev in: Ozgur Kutahya, Yîgît Ergun, Erdem Aslan, Gokay Işik, Cem Eraslan, Hasan Mert Kaynar, Alî Coşkûn, Ûgûr Gumuşkaya, Ozan Erdogan, Ûgûr Cûcû, Denîz Can Sarikaya, Denîz Hasret Ozçelîk, Îsmaîl Cem Bakir.
Di nava malên polîsan avêtin ser de mala endama GYK Halkevlerî Îlknûr Bîrol jî heye. Hat hînbûn polîsan bi hinceta der heqê keça wê Bîrcan Bîrol de biryara girtinê heye, avêtine ser mala Îlknûr Bîrol û di dema serdegirtinê de kes li malê tinebûn.
Ji aliyê din ve lêgerîna li malên 4 endamên TGB'yî yê di nav de Seroka Rêxistina Stenbolê ya TGB'ê Olgû Ozdemîr jî heye, dewam dike.
Ji ber ku li ser dosyayê biryara nepenîtiyê heye, agahî ji parêzeran re nayê dayîn.