Li Stenbolê meşa li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li Stenbolê meşek hate lidarxistin. Polîsan êrîş birin ser çalakgeran û gelek kes destgîr kirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li Stenbolê meşek hate lidarxistin. Polîsan êrîş birin ser çalakgeran û gelek kes destgîr kirin.
Meş ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekîtiya Têkoşînê ya Yekbûyî (BMG) ve hate lidarxistin.
Di meşê de êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Zap, Avaşîn û Metînayê hatin şermezarkirin.
Di meşê de ku li kolana Mîs a navbera Şîşhane û Îstîklalê bi tilîliyan destpê kir, dirûşmên "Zext nikarin bi me" û "Na ji sûcê li dijî mirovahiyê re" hatin qîrîn.
Polîsan hewl dan li pêşiya çalakgeran bibin asteng ku berê xwe dan kolana Îstîklalê. Li ser vê yekê bi sedan kes li gelek kolanên ber bi Kolana Îstîklalê li hev kom bûn.
Endamên HDK, HDP, BMG û dayikên Nobeda Edaletê jî di nav de girseya gel xwest xwe bigihîne Kolana Îstîklalê, lê belê 2 kes hatin destgîrkirin.
Piştre çalakgeran Nobeda Edaletê Kumrî Akgul a li kolanê dest bi çalakiya rûniştinê kir, bi lêdanê hate destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin dirûşma "Maf, hiqûq, edalet" qîriyan.
Çalakgerên ku xwe gi handin Lîseya Galatasarayê, ber bi Kolana Îstîklalê ve dest bi meşê kirin û êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Polîsan êrîş birin ser çalakgeran û gelek kes bi lêdanê destgîrkirin.
LI KOLANAN BERXWEDAN MEZIN DIBE
Berxwedana girseyê ya li dijî êrîşa polîsan berdewam e. Tunela Taksîmê ku wê “Meşa Mirovahiyê” lê bihata kirin, ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Girseyê li Qada Şîşhaneyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” dest bi meşê kir.
Li ser êrîşa polîsan jî girse belavî kolanan bû û meşa xwe didomîne. Koma ku derketî Cehdeya Îstîklalê jî ber bi Şîşhaneyê ve dimeşe.
Di heman demê de polîsan Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Ayşe Acar Başaran, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Tayîp Temel û gelek kesên din li Kolana Beykozê dorpêç kiriye.
Di vê navberê de koma ku li Kolana Îstîklalê bi astengiya polîsan re rû bi rû ma ber bi Tarlabaşi ve meşiyan. Koma ku ketin sûka taxê dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.
Li aliyê din Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Fatma Kurtalan, Sezaî Temellî, Tayîp Temel û Ayşe Surucu yên ku li ber avahiya Baroya Stenbolê hatin dorpêçkirin, daxuyanî dan.
TEMELLÎ: LI HER DERÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Sezaî Temellî got, “Îro em li beramberî rejîmek wisa ne ku, her kesê li dijî şer derbikeve û destgîr dike û digre. Şebnem Korur Fincanci îro bi neheqî û bêhiqûqî di girtîgehê de ye. Tiştên ku Fincancî anî ziman me jî dubare kir. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Yên ku li hember wê rawestin şirîkên wê ne. Îro em encama rastiya şer bi hev re dijîn. Li dijî şer deng derxistin, li dijî xizaniyê deng derxistin e. Ji ber vê yekê em dibêjin, li her derê dengê xwe bilind bikin.”
TAYYÎP TEMEL: HEYA KU BÊ LÊKOLÎN KIRIN EM Ê LI KOLANAN BIN
Parlamenterê HDP'ê Tayyîp Temel diyar kir ku li Silopiya û Stenbolê bi hezaran kes li dijî êrîşên kîmyewî daketin qadan.
Temel got, “Lê belê bi dehan rêveber û endamên partiya me hatin destgîrkirin. Îro jî bi helîkopterên xwe û bi hezaran polis, hewl didin me asteng bikin. Lê astengkirina wan rastiya kîmyewî naguherîne. Tiştên îro li vir qewimîn û li Silopiyayê qewimîn nîşan didin ku desthilatdarî sûcdar e. Ji ber vê yekê heta ku ev îdiayên çekên kîmyewî neyên lêkolînkirin em ê li qadan bin. Çi dibe bila bibe, em ê dev ji vê bernedin."
Girseya ku li kolanên derdikevin Kolana Îstîklalê çalakiya xwe berdewam kirin û piştre derbasî ber Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bûn.