Ciwan li Stenbolê li dijî tecrîdê meşiyan

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, meşiya.

Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe meşiya. Ciwanan dema meşê bal kişandin ser berxwedana grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê, ku ji bo tecrîd rabe 27'ê Mijdarê dest pê kiribû û hê jî didome.

Endamên meclîsa ciwanan û rêveberên Şîşlî yên HDP'ê tevlî meşa li Okmeydanî bûn. Ciwanan bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî berxweda zindanan, bila tecrîd biqede ji girtiyan re azadî''. Ciwanan her wiha bi danezanên ku belav kirin bal kişandin ser binpêkirina mafan a li zindanan.

Ciwan dema ku li kuçeyên Okmeydanî meşiyan welatiyên derdorê jî bi çepikand destek dana ciwanan.