Li Stenbolê Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin -HATE NÛKIRIN
Dayikên Şemiyê dema ku xwestin biçin Qada Galatasarayê, hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê dema ku xwestin biçin Qada Galatasarayê, hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê ji hefteya 700’î vir ve nikarin biçin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Dayikên Şemiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û AYM’ê têkildarî dorpêça polîsan a li Qadê û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê biryara “binpêkirina maf” da. Tevî vê biryarê jî Dayikên Şemiyê yên îro çûn Qada Galatasarayê û xwest çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê dorpêç kir û destûr nedan ku dayik çalakiyê bikin.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan tevî astengiya polîsan jî daxuyanî dan. Polîsan di nîveka daxuyaniyê de êrişî çalakiyê kir. Di vê navberê de dayikan û parêzvanên mafê mirovan biryara AYM’ê bi bîr xist lê tevî vê yekê jî polîsan dayik û çalakvan destgîr kir.
Li derdora Qada Galatasarayê ya li Cadeya Îstîklalê dorpêça polîsan didome.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Dayikên Şemiyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin.
Heta niha ji nav kesên hatine destgîrkirin, navê van kesan hatiye eşkerekirin: Parêzer Eren Keskîn, parêzer Gulseren Yolerî, Hanîfe Yildiz, Masîde Ocak, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayîr, Leman Yurtsever, Ayşe Tepe, Sebla Arcan, Îkbal Eren, Besna Tosun.