Li Stenbolê coşa 1'ê Gulanê

Li Stenbolê bi hezaran kes ber bi qada Maltepeyê dest bi meşê kirin, ku 1'ê Gulanê wê lê bê pîrozkirin.

Li Stenbolê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Doktorên Diranan (TDB) û Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) pîrozbahiya 1'ê Gulanê destpê kir.

Pîrozbahiya ku hêzên demokrasiyê jî piştgiriya wê dike, îsal bi dirûşma "Em ê bi hev re bi ser bikevin" li Qada Maltepeyê pêk tê. Komên karker û kedkaran ji herêmên cuda yên bajêr li Rawestgeha Îdealtepe ya Marmarayê li hev civiyan. Girseya gel ku hejmara wan gihîşt bi hezaran kesî, li vê derê govend gerand.

Dayikên Aştiyê ku bi çarikên xwe yên spî û kincên neteweyî bal kişand, dowîzên bi nivîsên "Jin naxwazin şer bikin" û "Niha dema jinê ye" hildan û dirûşmên "Silav silav ji zindanan re hezar silav" û "Hezar silav ji Îmraliyê re" qîriyan.

Girseya gel bi coşeke mezin, bi rengê kortejan ber bi Qada Maltepeyê ve dest bi meşê kir.