Li Stenbolê çalakiya nobedarî û greva birçîbûnê

Li Stenbolê çalakiya nobedarî û greva birçîbûnê

Li gelek nokteyên Stenbolê ji bo çalakiya birçîbûnê ya di roja 60'emîn de didome, çalakî pêk hatin. Malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Jinan ya Gebzeyê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.

Çalakiya nobedariya greva birçîbûnê ya li taxa Gazî di 4'ê Mijdarê de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya girtiyan destpê kir, didome. Gelek welatî, nûnerên saziyan û komeleyan çalakiya birçîbûnê ya dorveger û 3 rojî ziyaret kirin. Şevê din welatiyan li konê berxwedanê agir hilkirin û govend girêdan û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ji rêhevalên di girtîgehan de berxwedidin hezar silav" qêriyan.

Endamên Meclîsa HDK'ê ya Eyupê jî bi heman ramancê li Kolana Cengîz Topel hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankrata "Çalakiya birçîbûnê di roja 60'an de ne deng bide mirinan rawestîne" vekirin û sloganên "Em mirinê na çareseriyê dixwazin." û "Girtiyên li berxwedidin rûmeta me ne" hatin qêrîn.

LI BER GIRTÎGEHA TÎPA M YA GEBZEYÊ ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ

Malbatên girtiyan jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dest bi çalakiya birçîbûnê dan destpêkirin. Rêveberê TUAD'ê Nurettîn Kiliç diyar kir ku, ew xwedî li çalakiya birçîbûnê derdikevin û xwest ku hemû raya giştî bi hîstiyar bin. Piştî daxuyaniyê ji malbatên girtiyên dest bi çalakiya birçîbûnê kirin Nevroz Bozkurt, Gulbahar Aksoy û Mulkiye Dogan li ber girtîgehê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.

Malbatên dixwastin li ber girtîgehê kon vedin bi hinceta biryara walî û dozger heye polîsan destûr neda. Welatiyên derdorê ji malbatên dest bi çalakiyê kirin re çay û av birin û polîsan wêneyên welatiyan kişandin. Pişt re malbat derbazî avahiya Rêxistina BDP'ê ya Gebzeyê bûn.