Li Stenbolê çalakiya Berxwedana Topyekun dest pê kir

Li Stenbolê çalakiya Berxwedana Topyekun dest pê kir

Li Stenbolê di çarçoveya banga 'Berxwedana Topyekun' ya BDP’ê de gelek kes li Qada Okmeydaniyê kom dibin. Polîsan hemû têketin-derketinên qada Okmendaniyê dorpêç kirin.

Li Stenbolê gel ji bo beşdarî Berxwedan Topyekun bibe, li ber Qehwexaneya Şark a lI Okmedyaniyê li hev kom dibe.

Polîsên Tirk rêyên diçin Qehwexaneya Şarkê girtin û panzer û TOMA’yan vediguhêzin derdora qadê. BDP’yi li vir kom dibin. BDP’yiyên ku li Parka Sîbel Yalçinê sê roj in di greva birçîbûnê de ne jî ber bi Qehwexaneya Şarkê ve dest bi meşê kirin. Girseya dê li vir kom bibe dê bimeşin ber avahiya AKP’ê ya li Sutluceyê.

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, hevserokên BDP’ya Stenbolê Asiye Kolçak û Alî Riza Bîlgîn beşdar dibin.