Li Stenbolê 80 kes hatin destgîrkirin

Li Stenbolê herî kêm 80 kesên ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên li Zap, Metîna û Avaşînê bi meşekê protesto kirin hatin destgîrkirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe li dijî gerîlayên HPG'ê bi meşekê şermezar kir. Polîsan êrîşî meşa ku li gelek cihan hate lidarxistin kirin.

Girseyê tevî êrîşa polîsan jî ber bi Rêxistina HDP'a Bajêr ve meşiyan, li ser vê yekê polîsan êrîşî girseyê kirin. Di êrîşê de Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan gelek siyasetmedar û welatî bi kelemçeya paş ve hatin destgîrkirin.  Herî kêm 80 kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr ku li ser Cadeya Vatanê.