Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê duh ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê li Metroya Aksarayê daxuyanî dan çapemeniyê û rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di mudaxaleyê de 3 jê zarok bi tevahî 54 kes hatin binçavkirin. Îfadeya 51 kesan a li Midûriyeta Polîsan hêj didome û 3 zarok veguhestin dozgeriyê.
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ji bo piştgiryê bide çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 55 rojin berdewam dike duh li Metroya Aksarayê daxuanî dabûn çapemeniyê. Polîsan bi bombeya gazê daxuyanî dabûn çapemeniyê. Di mudaxaleya polisan de 3 jê zarok 54 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne:
Deniz Cumhur Başaren, Behçet Ozcan, Îsa Korkmaz, Zulfu Eroglu, Seyfettin Kaya, Bîlal Eskîn, Aşur Şahin, Seyît Seyidoglu, Delîl Bulut, Serhat Bulut, Serkan Bulut, Mustafa Unlu, Esîr Giresun, Îsmet Aslan, Burhan Yenîgun, Fatîh Can, Emre Can, Abdulkerim Acar, Selîm Salgin, Mehmet Îhsan Toprak, Ozgur Çalkan, Alî Koç, Zahîr Korkiler, Leyla Aslan, Mehmet Can, Eyup Aslan, Îhsan Taşdemir, A. Kadîr Îlhan, Selime Kaya, Ramazan Kaya, Îhsan Toprak, Ercan Yilmaz, Îsa Koçhan, Cuneyt Aris, Remzî Akyol, M. Zekî Çeter, Mehmet Selîm Uzun, Kenan Sonkurt, Ferhat Peker, A. Rahman Sîlen, Ramazan Utku, Azîme Gonul, Bayram Aydilek, Fesih Can, Selîm Çolpaktekin, Elif Açil, Zelal Çîçek, Suleyman Ozalp, Hîkmet Aslan û Zerrîn û Gokhan ku paşnavê wan nehat zanîn 51 kes jî li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ne.
3 zarokên din jî şevê din sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.