Li Stenbolê ji 19 kesên ku di çalakiya li Okmeydani ya 30'ê Cotmehê ji bo piştgiriya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê xwestin heta avahiya AKP'ê bimeşin û di êrîşa polîsan de hatin binçavkirin jê 12 kes hatin girtin.
Li ser banga BDP û DTK'ê di 30'ê Cotmehê de wekî hemû bajarên Kurd lê dijîn li Okmeydani ya Stenbolê jî Kurd neçûn ser kar û xwestin heta avahiya AKP'e ya Stenbolê bimeşin. Di çalakiyê ji bo piştgiriya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê de 19 welatî hatin binçavkirin. 19 welatiyên sewqî edliyeya Çaglayanê hatin kirin jê 7 kes serbest hatin berdan û heyetê 12 kes jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" girt û şandin girtîgehê.
Li Edeneyê jî 2 kes û li Tarsûsa Mêrsînê jî 3 kes hatin girtin. Li Qoserê jî kesek, li Bîsmîlê jî 7 kes di heman çalakiyan de hatin binçavkirin û hatin girtin. Di nava 122 kesên ku hatin binçavkirin de bi tevahî 25 kes hatin girtin.