Kurdistaniyên li Spanyayê dijîn, li ber balyozxaneya Tirk a li Madrîda paytexta vî welatî xwepêşandanekê li dar xistin. Li bajarê Franse Marsîlyayê rê hat birîn û li Metzê jî çalakiya rûniştinê hate destpêkirin.
Bi armanca piştgiriya bi girtiyên di greva birçîbûnê re, Kurdistaniyên li Spanyayê djîn, li ber balyozxaneya Tirk a li paytext Madrîdê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de Kurdan bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya di girtîgehan de hate xemsariya li hemberî vê yekê protesto kir û bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re qêriyan.
Di çalakiyê de posterên Ocalan û alên Kurdan haitn hilgirtin. Çalakiya bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk hat, piştî axaftinan bi dawî bû.
LI MARSÎLYAYÊ CIWANAN RÊ BIRÎ
Li bajarê Franse Marsîlyayê jî komek ciwanên Kurd rê dagirkirin û rê birîn. Nêzî 50 ciwanên Kurd meşiyan Qada Canabiereyê û rêya li beramberê qereqola polîsan li trafîkê girtin.
Di çalakiya ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de pêk hat de, posterên Ocalan hatin hilgirtin û dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana zîdanan” hatin gotin û gelek belavok hatin belavkirin.
LI METZÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Her wiha, bi heman armancê li bajarê Franse Metzê jî çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Kurdan li ber avahiya Şaredariya Metzê ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê kirin.