Li Skenderûnê beriya rûniştinê êşkence li 4 girtiyan hate kirin
Hat ragihandin ku 4 girtiyên ji bo darizandinê anîn Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê, êşkence li wan hatiye kirin.
Hat ragihandin ku 4 girtiyên ji bo darizandinê anîn Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê, êşkence li wan hatiye kirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Skenderûnê, di 13'ê Mijdara 2015'an de, gardiyanan bi hinceta girtî kamerayên li qawîşan hatine bicihkirin şikandine, êşkence li wan kiribûn û doz hatibû vekirin.
Girtiyên ku bi îdîaya “xisar dane mal û milkê cemaweriyê” û “Serhildana girtî û hikumxwaran” hatine sûcdarkirin navê wan ev in: Abdulazîz Îbrahîm, Abdulkadîr Atîcî, Abdulkadîr Sert, Cahît Baybarîz, Emrullah Abay, Ferhat Demîrbaş, Habîl Emen, Hamza Ûngûr, Huseyîn Aydîn, Îsmaîl Genç, Mehmet Serhat Polatsoy, Mehmet Şafak Elçîçek, Mustafa Turkoglu, Ozgur Ozçelîk, Rahmettullah Kaplan, Ramazan Aras, Ridvan Orak, Sînan Tutmaz, Suleyman Benzer, Taner Sala, Vedat Çelîk û Yusuf Başaran.
Hin girtî beşdarî danişîna ku di 6'ê Hezîranê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Skenderûnê hat dîtin bûn, hin girtî jî bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) ve tevlî danaşînê bûn.
Emrullah Abay, Mehmet Şafak Elçîçek, Suleyman Benzer û Îsmaîl Genç ên li girtîgehên cuda girtî ne, êvara 5'ê Hezîranê anîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Skenderûnê.
Derket holê ku girtiyên ji bo daneşînê anîn girtîgehê tundî li wan hatiye kirin. Girtiyan bi kincên xwe yên bi xwîn beşdarî danişînê bûn.
Dozger xwest ku 22 girtiyan bi sûcên "serhildana mehkûm an jî girtiyan" û "zerar dane mal û milkên cemaweriyê" cuda cuda bên cezakirin.
Daxwaza girtiyan ji bo gilîkirina ji ber êşkenceyê hate redkirin.
Dadger biryar da ku protokola danişînê ji Serdozgeriya Komarê ya Skenderûnê re bişîne û rûniştina din taloqî 29'ê Hezîranê kir.